‘Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin’

  • 16:23 28 Adar 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di meha 147’emîn a Komkujiya Roboskê de careke din ji bo Roboskê daxwaza edaletê kirin û wiha got: “Heta ku hevrûbûn nebe demokrasî ne pêkan e. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. ” 
 
Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê ku her 28’ê mehê tê cemhev, di meha 147’emîn a komkujiyê de li pêşiya avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Roboskê êdî tu caran” hate vekirin û endamê Hewldanê Tanju Gunduzalp daxuyanî xwend. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçuk Balaban jî di nav de gelek nûnerên sazî û dezgehan tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Rêya demokrasiyê ya aştiyê
 
Tanju ê Komkujiya Roboskê bibîrxist, wiha got: “Rêya demokrasiyê ya aştiyê, ya li dijî derketina sînoran ji bo Roboskê edalet e.”
 
‘Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin’ 
 
Tanju, wiha domand: “Heke em ji bo Xezayê çavê xwe bigirin, ji Filistînê re guhê xwe bigirin, Helebceyê ji nedîtî ve werin, li Roboskê li pey edaletê bigirin, şer û sûcê mirovahiyê yê desthilatan dê bidome. Parastina maf û azadiyan divê berpirsyariya me ya esas be. Heta ku hevrûbûn nebe, pirên aştiyê pêk neyên, demokrasî jî ne pêkan e. Aşkerekirina berpirsyarên Komkujiya Roboskê, darizandin û cezakirina wan ji bo hemû binpêkirina mafê jiyanê yê vî welatî girîng e. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”