Hejmara kesên li Xezayê hatin kuştin derket 22 hezar 313 kesî

  • 14:23 3 Çile 2024
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di roja 89’an a şerê Xezeyê de bîlançoyeke nû eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê û vir ve de 22 hezar û 313 kes mirin.
 
Wezareta Tenduristiyê ya Hamas Fîlîstînê, roja Çarşemê daxuyanî da û ragihand ku di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de, ji 7’ê Cotmehê ve 22 hezar û 313 kes mirin. Hat ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de hejmara miriyan bû 128 kes. Wezaretê her wiha da zanîn ku 57 hezar û 296 kes jî birîndar bûne.
 
Li aliyê din di êrîşa balafirên bêmirov a Îsraîlê de, berpirsekî paye bilind ê Hamasê Salih El Arûrî hate kuştin.
 
Hat diyarkirin ku nûnerê paye bilind ê Hamasê yê li Beyrûtê, El Arûrî 2’yê Çileyê roja Duşemê di êrîşa balafirên bê mirov a Îsraîlê de hate kuştin. Di êrîşê de ofîsên Hamasê hatin hedefgirtin. Hat ragihandin ku di operasyona li ser vê hedefê de, hin endamên din jî yên Hamasê mirine.