Danişîna dadgeha Werîşe Mûradî hat taloqkirin

  • 17:05 10 Nîsan 2024
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku ji ber sedema dadwer ne amadebû, danişîna ji bo dadgehkirina Werîşe Muradî hate  taloqkirin.
 
Çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî di Tebaxa 2023’yê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li nêzîkî bajarê Sine hate revandin, heta niha di girtîgehê de tê girtin û nehiştine malbat serdana wê bike.
 
Piştî derbazbûna şeş mehan bi ser binçavkirina çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ji aliyê rejîma Îranê ve wê bi rakirina çekê û rawestana li dijî dewletê hatibû tometbar kirin.
 
Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku danişînda dadgeha çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ku biryar bû duh pêkbihata, ji ber nebûna dadwer hate ji bo demek nediyar taloq kirin.
 
Çalakvana mafên jinan û endama KJAR’ê Werîşe Mûradî di meha Tebaxa 2023’yê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li nêzîkî bajarê Sine hate revandin, heta niha di girtîgehê de tê girtin û nehiştine malbat serdana wê bike.