Li Rojhilata Navîn zarokbûn... (1)

  • 09:03 15 Nîsan 2024
  • Dosya
 
 
Hêviya wan a herî mezin aştî û jiyanek bi ewle ye
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Rojhilata Navîn ku şerên navxweyî, pevçûn û rûxandin kêm nabin bandorê li jiyana zarokan dike. Tevî van hemûyan jî hêviya herî mezin a zarokên herêmê aştî û jiyaneke bi ewle ye.
 
Rojhilata Navîn ji dîrokê heta îro bûye navenda nakokî, bêîstîkrariya siyasî û veguhertinên civakî. Li vê herêmê zarokbûn ji aliyekê ve tê wateya xwedîderketina li mîrasa dewlemend a çandî û ji aliyê din ve rûbirûbûna gelek zehmetiyan.
 
Di beşa yekem a dosyaya xwe de li ser zehmetiyên ku zarok li Rojhilata Navîn rû bi rû dimînin û rewşa ku tê de ne bînin ziman. 
 
Di bin siya tundî û wêraniyê dê dijîn 
 
Zarokên li Rojhilata Navîn dijîn di bin siya nakokî û aloziyên siyasî de mezin dibin. Pevçûn an şerên navxweyî li hin welatên Rojhilata Navîn rasterast ewlehî, perwerde û tenduristiya zarokan dixe xeterê. Di dema ku şerê navxweyî yê ku di sala 2011'an de li Sûriyê dest pê kir, bandoreke kûr li jiyana bi milyonan zarokan kir, li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, bi sed hezaran zarok ji cih û warên xwe bûn û gihandina xizmetên perwerdehî û tenduristiyê bi tundî hat astengkirin. Şerê navxweyî ya li Yemenê ku ji sala 2015'an vir ve dewam dike, wek yek ji karesata însanî ya herî mezin a dinyayê tê binavkirin. Tevî ku UNICEFê gelek caran ragihandiye ku ji sedî 80'ê zarokên Yemenê pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn a mirovî heye, lê tu çareserî nehatiye dîtin. Kêmasiya xwarinê, zehmetiyên di gihandina xizmetên tenduristiyê û kêmbûna derfetên perwerdehiyê de pirsgirêkên sereke yên ku zarok li welat rû bi rû ne. Ji aliyê din ve zarokên Filistînî bi taybetî li Şerîda Gazzeyê di hawîrdora pevçûnên berdewam de mezin dibin. Digel ku pevçûnên pir caran nahêlin zarok bigihîjin perwerdehiyê, ew bandorek neyînî li tenduristiya wan a derûnî jî dikin. Piraniya zarokan nikarin di bin siya tundî û wêraniyê de zarokatiyeke asayî bijîn.
 
Stres, fikar û deprasyon...
 
Bandora zarokan a ji pevçûnan tenê bi birînên fizîkî ne sînordar e. Digel ku şer û tundî bandorek kûr li tenduristiya psîkolojîk a zarokan dike, nexweşiyên derûnî yên wekî nexweşiya stresa piştî trawmayê (PTSD), fikar û depresiyon hin ji wan nexweşiyên ku di vê heyamê de li zarokan diqewimin in. Ji bilî vê, lêkolîn eşkere dike ku zarokên ku ji ber pevçûnan neçar bûn ku perwerdehiya xwe qut bikin an jî qet îmkana wan tune ku biçin dibistanê, bandora van kêmasiyan heya dawiya jiyana xwe hildigirin.
 
Kêmasiya xwarin û xizmetên tenduristiyê
 
Bêîstîqrara aborî û hejarî li Rojhilata Navîn hin faktorên din in ku bi awayekî berçav kalîteya jiyana zarokan kêm dike. Kêmasiya xwarinê, zehmetiyên gihîştina xizmetên tenduristiyê û negihîştina ava paqij dikare bandorek neyînî li pêşkeftina laşî ya zarokan bike. Ji ber nakokiyan derfetên perwerdehiyê yên kêm an jî qutbûna gihandina perwerdeyê paşeroja civakî û aborî ya zarokan dixe metirsiyê.
 
Têkoşîna li dijî karkirina zarokan
 
Li gel van hemûyan jî li Rojhilata Navîn ji bo zarokan hin pêşketin hene. Bi piştevaniya civaka navdewletî û rêxistinên sivîl ên herêmî, di warê perwerde û tenduristiyê de pêşketin çêbûn. Çareseriyên nûjen ên wekî platformên perwerdehiya serhêl û dibistanên gerok rêyên gihandina perwerdehiyê ji zarokên li herêmên pevçûnan re vedikin. Her wiha hişyarî û hewldan li ser astên herêmî û navneteweyî ji bo parastina mafên zarokan û têkoşîna li dijî karkirina zarokan zêde dibin.
 
Dabînkirina aştî û ewlehiyê 
 
Di heman demê de hate destnîşankirin ku hêviya herî mezin ji bo zarokên li Rojhilata Navîn dabînkirina aştî û ewlehiyê ye, bidawîkirina nakokiyên berdewam ên li herêmê û peydakirina çareseriyên siyasî ji bo mezinbûna zarokan di nav jîngehek ewle û saxlem de gava herî girîng e. Tê diyarkirin ku di vê pêvajoyê de xurtkirina xizmetên perwerde û tenduristiyê, parastina zarokan û parastina mafên wan wê ji nifşên pêşerojê re bingeha Rojhilata Navîn a baştir ava bike.
 
Çîrokên tijî hêvî û berxwedanê...
 
Hat destnîşankirin ku her çend li Rojhilata Navîn zarokbûn tijî zehmetî be jî, di heman demê de sembola têkoşîna aştî, hevgirtin û hêviyê ye. Her çend li Rojhilata Navîn zarokbûn bi gelek pirsgirêkan ve dagirtî be jî, çîrokên tijî hêvî û berxwedanê jî dihewîne. Ev zarok ji bo siberoja herêmê hêviyê didomînin.