ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 29 Adar 2024
  • Rojev
 
*"Bi pêşengiya jinê afirandina pîvanên azadiyê, di esasa van pîvanan de mêr bi teşekirin. Ev bi teoriya qûtbûnê pêkane. Qûtbûn bi fîzîkî, fikr û rihî pêk tê.  Têgehên hişmendiya zayendê, hezkirina zayendê, têkoşîna zayendê di vir de girîng in. Hişmendiya zayendê, tê wataeya hilweşandina reqabeta navbera jinan de. Li şûna hezkirin, ecibandinê, xwebûn esas e." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Ji hilbijartinan re demek kurt ma û DEM Partî xebatên xwe bê navber dimeşîne û bal dikşîne ser ewlehiya sindoqan. Parêzer Ozum Vurgun girîngiya ewlehiya sindoqan vegot û hevseroka DEM Partî ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî bang li hilbijêran kir. BI DÎMEN 
 
*Parlamenter Bêrîtan Guneş diyar kir ku bi mehan e xebatên hilbijartinê didomînin û got DEM Partî li Mêrdînê ji hilbijartinan re amade ye. Bêrîtanê wiha got: “Gelê me ji bo ji qeyûman xilas bibe rojan dijmêrin. Em talibên şaredariyan e. Em bi hemû hêza xwe amade ne.”
BI DÎMEN 
 
*Namzeta hevşaredariyê ya Westanê ya DEM Partiyê Kubra Akti peyama ‘em ê xwe û bajarê xwe bixwe bi rê ve bibin” da.  BI DÎMEN 
 
* Îktîdar û partiyên pergalê her daîm zimanê kurdî înkar dikin û di meclîsê de jî wek “Zimanê nayê zanîn” bi lêv dikin, lê li taxên Kurdistanê jî bi stranên kurdî propagandaya xwe ya hilbijartina herêmî dikin. BI DÎMEN