Deriyên Wezareta Dadê li Emîne Şenyaşar girtî ne!

  • 16:41 15 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
ANKARA - Ji ber tirsa ku dê Emîne Şenyaşar bikeve Wezareta Dadê her sê deriyên wezaretê jî hatine girtin. Emîne li ber Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir û got, "Ji tirsa deriyan kilît dikin."
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parêstvan xizmên Wekîlê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di 14'ê Hezîrana 2018'an hatin qetilkirin, 2 kurên wê birîndar bûn û kurekî wê ji hat girtin, li ber Wezareta Dadê dewam dike. Emîne îro li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Riha yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ye li Enqere li ber wezaretê bû.
 
Emîne ku tevî astengiyên polîsan jî çalakiya xwe di roja 76'an de berdewam kir, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.
 
'Ji tirsa deriyan kilît dikin'
 
Emîneyê bi lêv kir ku heta edalet pêk were wê ji vir dernekeve û got, “Bila kurê min berdin, kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin, yê din xistin hucreyê. 6 sal in ez li vir im, nobedar im, qet şerm nakin. Rehma wan tune ye. Polîsan li dora min kom dikin. Bila kurê min berdin ez ê herim malê. Lê ew ji tirsa wezaretê kilît dikin."