Li Şemzînanê bi hinceta ‘Em ê GBT’ê bikin’ gef li welatiyan hat xwarin

  • 20:12 15 Nîsan 2024
  • Rojane
COLEMÊRG – Li  gundê Şapatan a Şemzînanê leşkeran wesayît da sekinandin û bi gotina "Em ê GBT'ê bikin" gef û heqaret li kesên di mînîbusê de kirin û hat dîtin ku gule barandine. 
 
Li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê,  polîsên Tevgera Taybet ên li nizamiyeyê zextên li ser  gelê sivîl didomîn in. Di dîmenên ku ji aliyê kesekî ve hatiye kişandin de tê dîtin ku polîsên tevgera taybet ên bi maske di bin navê Kontrola Berhevkirina Agahiyên Giştî (GBT) de mînîbusa gund rawestandine û beriya GBT'ê xwestin lêgerînê bikin. Ji ber ku welatî li dijî vê derketin gef û heqaret li kesên ku ev yek qebûl nekirin xwarin. Hat dîtin ku leşker "gefên kuştinê" li welatiyan dixwin û gelek caran gule li kesên ku naxwazin ji wesayitê dakevin, dibarînin. Her wiha hat hînbûn ku leşkeran gefên “Em ê we gulebaran bikin, em ê we bikujin” dixwin.
 
'Gelê Şemzînanê serî natewîne’
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê Oznur Bartin dîmenên bûyerê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir û bertek nîşanî bûyerê da û wiha got: “Ev qeyd tenê beşeke kurt a zilma ku hatiye kirine. Heman gund, heman cih gelek caran ev zilm derket pêş, lê zilm bi dawî nebû. Ji ber ku hewaya tirsê ya ku tê xwestin bê afirandin bûye bingeha desthilatdariyê. Weke ku di van wêneyan de jî tê dîtin jin, ciwan û gelê Şemzînanê serî li ber tu ferzkirin, zilm û zordestiyê netewandiye û natewînin.”