16'ê Nîsana 2018'an: Ji 163 rêxistinên jinan danezana hevpar

  • 09:01 16 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Li dijî pêşnûmeya zagona înfazê ya têkildarî îstismara zayendî ya li ser zarokan a ew ê li meclîsê derbarê wê de hevdîtin bihata kirin 163 rêxistinên jinan di 16'ê Nîsana 2018'an de bertek nîşan dan û  danezana hevpar a bi serenavê "Em ji pêşnûmeya zagona înfazê ya tundiya mêr ji nedîtîve tê îtiraz dikin "parve kirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1958: Femînîsta Hintî mirova zanistê profesora felsefeyê Uma Narayan hat dinê. Bi gelek berhemên xwe femînizm da naskirin. 
 
2009: Li paytexta Afganistanê ya bi navê Kabîlê 300 jinî zagona zewacê şermezar kirin. 
 
2014: Di 16'ê Nîsana 2014'an de bi banga hunermendên femînîst li Qada Galatasaraya Stenbolê jin hatin gel hevdu û ji bo Nevîn Yildirim edalet xwestin. 
 
2018: Li dijî pêşnûmeya zagona înfazê ya têkildarî îstismara zayendî ya li ser zarokan a ew ê li meclîsê derbarê wê de hevdîtin bihata kirin 163 rêxistinên jinan di 16'ê Nîsana 2018'an de bertek nîşan dan û  danezana hevpar a bi serenavê "Em ji pêşnûmeya zagona înfazê ya tundiya mêr ji nedîtîve tê îtiraz dikin "parve kirin. 
 
2018: Yekîtiya Ekolojiyê ya îmzeya 54 ekolojîstan li bin heye avakirina xwe deklare kir. Li gelek cihên Tirkiyeyê daxuyaniyên hevdemkî hatin dayin. 
 
2019: Rojnameger-wênesaz Zehra Dogan rojeke Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û palamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir û piştî tehliyebû li mala xwe dewam kir, xêz kir. 
 
2020: Jinên HDP'yî têkildarî zagona înfazê li ser medyaya dîjîtal bi etîketa "Piştîinfazêjinditalûkeyêdene" çalakî dest pê kirin.  
 
2021: Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê  (TJK-E), di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê sala 2020'î de kampanyaya "Ji bo dîktator bê darizandin 100 sedem" li dar xist. Ev kampanya ji bo jinên di 19 sal îktidariya Serokomar Tayyip Erdogan de hatin qetilkirin, hat lidarxistin. TJK-E'yê da zanîn ku beşa ewil a kampanyaya îmzeyê ya ku 4 meh in didan dewamkirin temam kirine û ev bi daxuyaniya çapemeniyê ya li bajarê Zurich ê Swîsreyê ragihand. Di çarçoveya kampanyayê de 235 hezar û 727 îmze hatin komkirin.