Ji bo Doza Kobanê bang

  • 09:23 16 Nîsan 2024
  • Rojev
 
Melek Avci
 
ENQERE - Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol beriya rûniştina doza Kobanê bang kir û got: "Biryara ku di vê dozê de bê dayîn rasterast gelên Tirkiyeyê yên li hêviya siberojeke demokratîk e, eleqedar dike. Em banga tevlîbûna dozê li raya giştî dikin."
 
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku 17 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin dê di 17’ê nîsanê de bê lidarxistin. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî danişînê bi sernavê “Ji bo 17’ê Nîsanê bang: Di Doza Kompasê ya Kobanê de em li cem azadiyan cih bigirin” rojên borî daxuyaniyeke nivîskî dabûn. . 
 
Derbarê dozê de Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol ji ajansa me re axivî. 
 
Sevda, diyar kir ku di dozê de hemû delîllên heyî ji hêla darazê ve nehatin dîtin û got: "Di Doza Kumpasê ya Kobanê de îhlalên mezin bi vekirî tên kirin. Di pêvajoya hiqûqê de daraz bû amûra siyasetê. Çend rastî li holê ye jî dadgeheke taybet heye. Daraza ku serbixwe tê gotin tenê xizmetê dide îktîdara siyasî."
 
Sevda, destnîşan kir ku di nava navneteweyî de jî wek dozeke bêhiqûqî tê nirxandin û wiha bi lêv kir: "Hat testpîtkirin ku serokê dadgehê sûc kiriye û vê danişînê bi rêvê dibe. Bi israrî bêhiqûqiyê didomînin. Bi dehan caran derbarê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de biryar ji hêla daraza navxweyî û navneteweyî hatin dayîn. Ligel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dîsa nehatin berdan. Çend dema girtina siyasetmedaran tijê bûye jî nayên berdan. Darizandineke adilane pêk nayê û li hemberî girtiyan muameleyeke xirab tê meşandin." 
 
Sevda, da zanîn ku biryara ku dê rojên pêş de ji bo dozê derkeve dê ji bo meşandina pêvajoya demokrasiyê girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Biryara ku bê dayîn gelê Tirkiyeyê eleqedar dike. Li hemberî Gelê Kurd û vîna siyasî neheqiyek tê kirin û hiqûqa xwe ya heyî jî binpê dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em bang li raya giştî dikin ku di 17'ê Nîsanê ango sibê li Sîncanê bin û gotina xwe ya pêkanîna edaletê mezin bikin."