Siyasetmedarên girtî tevli danişîna Doza Kobanê nebûn

  • 14:34 17 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di Doza Kobanê ya rewşa girtinê ya kesên girtî hate nirxandin de 13 siyasetmedarên ku Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û Fîgen Yuksekdag di nav de tevli danişînê nebûn. 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Rewşa girtinê ya kesên girtî hate nirxandin. Di danişîna ku tê payîn ku biryar were aşkerekirin de şandeya dadgehê biryar dabû ku dê dîrokeke din de biryar were dayîn. Şandeyê têkildarî danişînê jî nivîsa talîmatê ji girtîgehên ku siyasetmedar lê tên ragirtin şandibû. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û parêzerên endamên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê, Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Cîgira Serokê Giştî Gul Çîftçî, parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û parlamentera Enqereyê Aliye Tîmîsî Ersever, parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik jî di nav de gelek kes weke beşdarvan tev li danişînê bûn. Li aliyê din gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û welatiyan jî danişîn şopandin. 
 
Danişîna ku Selahattîn Demîrtaş û hin siyasetmedarên din bi SEGBÎS’ê tevli bûn de qismekî siyasetmedaran jî amade nebûn. Danişîn bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin û hincetan dest pê kir. Serokê dadgehê ragihand ku Ayhan Bîlgen ji bo rakirina tedbîrên kontrola edlî yên derbarê wî de daxwaz kiriye. 
  
Pişt re serokê dadgehê têkildarî dayîna biryarê wiha got: “Dema temambûna girtekên nivîsandina SEGBÎS’ê û çarçoveya dosyayê û parastin hatin nirxandin tê dîtin ku ev dem wê têre neke, em ê biryarê bidin ku danişîna biryarê taloqî dîrokeke din were kirin. Em ê di vê çarçoveyê de rewşa hemû girtiyan di ber çavan re derbas bikin û ji bo biryara dîrokeke din diyar bikin.”
  
Dozgerê ku mutalaya xwe pêşkeş kir, bi hinceta ku delîlên şênber ên gumanbariya sûc a xurt hene, îdiaya “gumana revê” heye û sûc ji sûcên katalog in, xwest biryara berdewamkirina girtina siyasetmedaran bê dayîn. Pişt re ji bo siyasetmedarên girtî têkildarî daxwaza dozger biaxivin, şandeya dadgehê mafê axaftinê da wan. 
  
Siyasetmedar Alp Altinors ê ewilî axivî, bi bîr xist ku bi hinceta twîtekê 4 sal in girtî ne û wiha got: “Bi hinceta banga li dijî DAIŞ’ê hatiye kirin em girtî ne. Banga me demokratîk e, di çarçoveya azadiya îfadeyê de ye. Bangeke li dijî terorê, li dijî qirkirina DAIŞ’ê hatiye kirine. Ez ê banga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê demê Ban Ki-Mun a di 6’ê cotmeha 2014’an de bînim bîra we. Ban Ki-Mun wiha gotibû ‘Ev êriş ji niha ve bûye sedem ku sivîl bi awayekî girseyî ji cihê xwe bin û sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Sekreterê giştî di çarçoveya binpêkirinên mafên mirovan ên gelek giran ku di dema êrişa hovane ya koma terorîst de pêk hatine de banga piştevaniyê li herkesê dike ku ji bo sivîlên li Eyn-El Erebê bên xelas kirin derfetên di destê xwe de bikarbînin.’”
 
Alp beyanên xwe wiha domand: “Lê we bi israr ev banga desthilatê krîmînalîze kir û senaryoya kûmpasê pêk anîn. 4 sal in hûn me li hundir digirin. Em ji parvekirina twîtekê girtî ne. Ji bo ku qirkirin hate astengkirin em 4 sal in girtî ne. Daxwaza me ew e ku azadiya me ya 4 sal in ji me hatiye dizîn were îadekirin.”
  
Pişt re siyasetmedara girtî Dîlek Yagli, wiha axivî: “We ez ne weke Dîlek Yagli, we fikrên min darizandin. We got ‘HDP nikare mafên xwe yên destûra bingehîn bikarbîne’. Biryara hûn didin dê têkildarî min nebe. Di asta em hatinê de em xwe dubara dikin. Em 4 sal in bi cezayekî ku li bendê ne bê dayîn re dîl hatine girtin. Ez we vedixwînim hiqûqê.”
 
Siyasetmedarê girtî Gunay Kubîlay jî diyar kir ku doz weke tercîheke polîtîk xistine meriyetê û wiha got: “Desthilata siyasî ya ku nekarî bi HDP’ê re li ser zemînên rewa têbikoşe, serî li rêyên ne rewa da û 6 sal şûnde dest bi vê doza komployê kir. Hûn jî weke şande vê rewşê dibînin. Sînorekî van pêkanînan jî heye. Yekane çalakiya MYK’ya HDP’ê hebû. Banga wê ya twîterê ya di 6 û 7 cotmehê de. Ev bang, bangeke rewa ya li dijî barbariya DAIŞ’ê hatibû kirin bû. Îro jî heman tişt çêbibe, em da vê bangê bikin.”
 
Gunay, bi lêv kir ku îro li dijî êrişên qirkirinê yên Îsraîlê yên li dijî Filistînê tê derketin û wiha domand: “Li ku dera cîhanê gelekî bindest, zext lê tên kirin û tê qirkirin hebe, HDP li cem wî ye. Ji ber vê yekê em qebûl nakin weke ku MYK’ê sûcek kiribe. Li wir banga piştgiriyeke demokratîk heye. Cezakirina me ya kesên ku bangeke wiha demokratîk kirî, di heman demê de dê bibe xelatkirina DAIŞ’ê. Ez nafikirim ku hûn xelatekî wiha bidin DAIŞ’ê. Hûn ê weke dadgeheke vekirî biryarê bidin. Ev di heman demê de peywîra we ye lê di dozên wiha de her tim gotina dawî dîrok dibêje. Dîrok di vê mijarê de daraza herî mezin e. Ji ber vê yekê em ji niha ve mafdar in, divê tu kes ji bangên piştgiriyê yên wiha xwe neparêze.”
  
Siyasetmedarê din ê girtî Îsmaîl Şengul jî anî ziman ku tabloya di Doza Kobanê de derkeve holê dê di dema pêş de rewşa serdema pêşiya me ya Tirkiyeyê diyar bike û wiha got: “Ez bawer dikim ku ev roj dê derbas bibin. Esasa vê dozê siyaseta di nav HDP’ê de wergirtina hin peywîra ne. Peyameke me ya twîterê ku di vê pêvajoyê de hatiye parvekirin hatiye krîmînalîzekirin û ev îdianame hatiye amadekirin û darizandin dest pê kiriye. Ev ji aliyê demokrasiya Tirkiyeyê ve lekeyeke reş a mezin e. Krîmînalîzekirina 3’yemîn partiya siyasî ya Tirkiyeyê ku di pirsgirêka kurd de çareseriya demokratîk diparêze, têkoşîna azadiyê ya ciwan û jinan diparêze siyasî ye. Wê demê bingeha banga me ew bû ku komkujiyên DAIŞ’ê bên rawestandin. Ji bo ku ev were fêmkirin hewce nake ku 4 salan bên darizandin.”
 
Selahattîn Demîrtaş ê herî dawî axivî jî wiha got: “Daxwazeke min a axaftinê nîne. Ez azadiya hemû hevalan dixwazim.”
 
13 siyasetmedar jî tev li danişînê nebûn. Navên siyasetmedarên tev li danişînê nebûn wiha ne: “Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Zeynep Karaman, Zeynep Olbecî, Ayla Akat Ata, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Pervîn Odûncû, Meryem Adibellî, Alî Urkut, Nazmî Gur, Bulent Parmaksiz.”
 

Etîketan:

kobanê doz