Birayê Esra Y. hat girtin

  • 16:23 7 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Birayê Esra Y. ya 11 salî ku li Şemzînanê bi guman jiyana xwe ji dest da Omer Y. bi îdiaya "kuştina bi qestî" hat girtin. Malbat û parêzerê dozê Nûkeyf Onursal di dema îfadeyê de ji aliyê cendirme û dozgeriyê ve hem hatin tehdîtkirin û hem jî heqaret li wan hat kirin.
 
Di 27’ê Gulana 2016’an de li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê Veysî, Zahir û Nîhat Yilmaz ji sûcên “Êrîşa zayendî" ku li Esra Y. kirin  li her yekî 42 sal ceza hat birîn. Lê belê li ser îtîrazê ceza hatin betalkirin û bersûc bi hinceta "nebûna delîlan" serbest hatin berdan. 11 roj piştî berdana wan, Esra di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Dadgeha Cezayê Giran a Geverê di sala 2023'an de bi hinceta "delîlên têr nîn in"  sûcdar beraat kir.
 
Ferdên malbatê di binçavan de ne
 
Dadgehê der barê ferdên malbatê yên ku roja Esra bi guman jiyana xwe ji dest da li malê bûn de biryara lêpirsînê da. Piştî vê biryarê bavê Esrayê Bazit Y., birayê wê Omer Y. û ferdên malbatê bi îdiaya "mirina bi guman" hatin binçavkirin. Piştî binçavkirina 5 rojan Omer Y. hat girtin.