‘Çareseriya krîzê guhertina pergalê ye’

  • 09:02 8 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
Pelşîn Çetînkaya
 
SÊRT - Jinên Sêrtê der barê aboriyê de axivîn û diyar kirin ku ji krîza her diçe giran dibe hem di alî aborî û hem jî di alî manewî de bi bandor dibin û gotin çareserî guhertina pergalê ye.
 
Ji cejnê re demek kurt ma û krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe giran dibe. Gel ji krîza aborî bi awayekî mezin bandor dibin. Welatiyên li Kurdistanê dijîn,, ji bo kar bibînin diçin metropolên Tirkiyeyê, karkeriya demsalî dikin an jî dawî li jiyana xwe tînin. Kesên ku sifreya  wan a fitar û paşîvê vala ma, cejnê jî dê ji ber krîza aborî bi heman awayî derbas dikin.
 
Li Sêrtê jin der barê krîza aborî de axivîn. Hediye Yildiz da zanîn ku ne tenê ew hemû kes ji krîzê bi bandor bûne.
 
‘Ji ber krîzê hevjînê min ji 5-6 mehan carekê tê malê’
 
Hediyeyê daxuyakirin ku di krîzeke mezin de ne û wiha dirêjî dayê: “Hevjînê min ji bo ku em debara xwe bikin çûye bajarên durt. Em diçin bazarê nikarin 2 kîlo fêkî bigirin. Debar zehmet e. Hevjînê min diçe bajarên din dixebite û ji 5-6 mehan carê tê malê. 10 rojan dimîne û dîsa diçe. Ne ez ne jî zarokên min, em naxwazin ku biçe. Lê ji neçarî diçe. Tevî diçe jî em nikarin debara xwe  bikin. Ji bo çareseriyê divê ev pergal biguhere.” 
 
‘Gelê me ji bo kar diçe derveyê welat’
 
Emîne Arslan jî balkişand ser krîza aborî û got hemû krîz bandorê li gelê Kurd dikin û wiha pê de çû: “Em di saziyên dewletê de naxebitin. Gelê me bi piranî esnaf e. Mêr ji bo xebatê diçin bajarên dur. Piranî diçin derveyî welat. Ji ber li vir kar tune ye. Dema dixebitin jî mûçeyê wan têrî tiştekî nake. Hevjînê min roja mûçe digire nêvî diçe. Em 10 nifûsin. Tenê hevjînê min dixebite. Zarok diçin dibistanê. Hevjînê min ji me dur dixebite. Mûçeyê wî jî têrî gaz, av, ceyran û mutbexê nake.Jiyan zehmet e. Divê gelê me dest bide hev û vê desthilatdariyê bişine.”
 
‘Ev krîz jiyana mirovan tehdîd dike’
 
Maşallah Işik Arslan jî bi lêv kir ku cejn nêz dibe û her tişt biha ye û kes nikare ji bo mala xwe tiştekî bigire. Maşallahê ev tişt anî ziman: “Mirov wê di vê krîzê de çi ji mala xwe re bigirin. Krîz her diçe mezin dibe. Mirov di bin şert û mercên giran de wê çawa bijîn. Em nikarin zarokên xwe kêfxweş bikin. Berê em bi 100 TL diçûn bazarê me her tişt digirt. Niha em nikarin tu tiştekî bigirin. Kîloya goşt bûye 500 lîre. Em nikarin mirişkan jî bistînin. Em nikarin debarê bikin. Bila ev krîz bidawî bibe.”
 
‘Ji ber krîzê mirov întîxar dikin’
 
 Cevahîr Kiliç jî anî ziman ku ji ber krîzê kurê wê 12 sal e li bajarên cuda dixebite û wiha destnîşan kir: “Kurê min zarokên xwe nabîne.Ji bo hewcedariyên zarokên xwe diçe xebatê. Jiyana me ya berê hebûna, em li gundê xwe bûna wê debara me bibûya. Her tişt evqas biha bûye mirov întîxar dikin. Ger kes perîşan û deyndar nebûna wê întîxar nekira. Rewş qet nebaşe. Tehemula kesî nemaye. Jiyana me bikeve riya xwe em dixwazin biçin gundê xwe. Belkî wê demê her tişt çareser bibe.”
 
‘Ji ber krîzê kes di karê ku dixwaze de naxebite’
 
Jina bi navê Saadet Dayan jî bertekên xwe yên li dijî krîzê anîn ziman û ev nirxandin kir: “Ji ber krîzê em jiyanek zehmet dijîn. Ji ber vê krîzê kes nikare firingiyekê bigire. Kîloya firingiyê bûye 50-60 lîra. Mirov nikarin sebze û fêkî bigirin. Kes nikarin di karên dixwazin de bixbitin. Tirkiye têk çûye. Bi mîlyonan ciwan hene lê nikarin bixebitin. Kar tune ye. Di kahweyan de rudinin. Ji ber krîzê aramî tune ye. Şertên jiyanê zehmetin. Ji ber pere bi kesî re tune ye nikarin tiştekî bibin mala xwe û ev dibe sedema bê aramiyê.”