'Em ê malên jiyanê yên jinan ava bikin'

  • 09:05 14 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
 
Oznur Deger 
 
MÊRDÎN - DEM Partî piştî 10 salan şûnde li Artukluyê şaredarî bi dest xist û ev yek ji aliyê gel ve bi coş hat pêşwazîkirin. Hevşaredara Artukluyê Munevver Olker diyar kir ku di nava gel û şaredariyê de dîwarek hatibû lêkirin û wiha got:"Me dest bi hilweşandina dîwêr kir. Em ê malên jiyanê yên jinan xetên alo şiddet û malên komun ava bikin."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31'ê Adarê de bi ji sedî 43 dengî şaredariya Artukluyê ya Mêrdînê ji AKP'ê girt. DEM Partî piştî 10 salan şûnde li Artukluyê şaredarî bi dest xist û ev yek ji aliyê gel ve bi coş hat pêşwazîkirin. Hevşaredarên Artukluyê Munevver Olker û Mehmet Ali Amak, mazbataya xwe girtin û dest bi kar kirin. 
 
Hevşaredara Artukluyê Munevver Olker nirxandinên piştî hilbijartinê kir.  
 
'Em ê malên jiyanê yên jinan ava bikin'
 
Munevverê da zanîn girtina şaredariyê ya ji nû de ji aliyê gel ve bi coş hatiye pêşwazîkirin û wiha got:"Dema me xebatên hilbijartinê dimeşandin hinek xwestekên taybet ên jinan hebûn. Me jî projeyên xwe ji gel rave dikir. Gel wexta digot hûn ê ji bo me çi bikin me digot hûn çi dixwazin. Bi taybet jinan ji me pir sewal dikirin. Jinan daxwaza atolyeyan dikirin. Qadên îstihdamê dixwestin. Hinek jinan dixwestin malên jinan ên ku jin lê werin gel hevdu dixwestin. Li dijî êrişên zêde yênli ser jinan em ê malên jiyanê yên jinan ava bikin."
 
'Me dest bi hilweşandina dîwarê di navbera gel û şaredariyê de kir'
 
Munevverê bi lêv kir ku piştî şaredarî hatine bidestxistin gel bi serfirazî pêşwazî kir û wiha pê de çû:"Qeyûm tu daxwazên gel pêk neanî û loma jî gel gilî dike. Gel diyar dike ku bi mehan bersiva daxwaznameyekê nedigirtin. Dîwarekî mezin di navbera gel û şaredariyê de hatibû lêkirin. Di pêvajoya hilbijartinê de me dest bi hilweşandina vî dîwarî kir. Gel bawer kir ku em ê pirsgirêkan bi hev re çareser bike. Ji bêtir kelecanî bûn. Niha ji ber cejna fermî em nabînin ku ka AKP'ê texrîbatek çawa hiştiye. Lê belê em dizanin di serî de jin di gelek mijaran de di gelek qadan de texrîbat hiştine. Me bihîst atolyeya jinan vala kirine."
 
'Em ê atolyeyên hevpar ava bikin'
 
Munevver da zanîn ew ê atolyeyên hevpar ava bikin û wiha got:"Em ê wekî şaredariya Artukluyê bi çarçoveya paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk xebatên xwe bimeşînin. Em ê ji bo jinan projeyan çêbikên. Em ê xetên onlineyê yên ji bo jin li dijî tundiyê serî lê bidin, ava bikin. Em ê ji bo zarokan kreşan ava bikin. Em ê atolyeyên hevpar ava bikin. Em ê qadekê ava bikin. Wê jin tiştên ku pêdiviya wan jê tune be deynin wir û jinên ku pêdiviya wan jê hebin wê bigirin. Dikare dewsa wê tiştekî jî deyne. Em ê komînek wiha ava bikin."