Girtî di çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' de ne

  • 09:08 16 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYA - Çalakiya girtiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryara "boykotkirina dadgehê, hevdîtina malbatê û telefonê" dabûn, di roja 142'yemîn de berdewam dike.
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî di 4'ê Nîsanê de ragihandin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin. 
 
Girtiyan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dixwazin ragihînin ku em ê pêngava xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' ji 4'ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma 'Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de' bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.”
 
Çalakiya girtiyên siyasî di roja 142’yemîn de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê didome.