TJK-E’yê Çarşema Sor pîroz kir

  • 13:42 17 Nîsan 2024
  • Rojane

 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê Çarşema Sor pîroz kir, bal kişand ser planên qirkirinê û parastina xweser a Kurdên Êzidî silav kir.
 
TJK-E’yê bi wesîleya Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî peyamek weşand. Di peyama Çarşema Sor de wiha hate gotin: “Gelê Êzidî ku 78 ferman bi serê wê hatine, di tevahiya dîrokê de desthilatdaran xwestiye ku asîmîle bike, ji baweriyên wê qut bike û ji cihên ku lê dijî sirgûn bike. Di sala 2014’an de bi êrîşên DAÎŞ’ê re komkujiyeke mezin pêk hat û gelek jin hatin revandin û windakirin. Gel xaka xwe neterikand, bi piştgiriya Tevgera Azadiyê jî parastina xwe ya xweser pêk anî û çete têk birin.”
 
Di peyamê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
 
“Dewleta tirk a faşîst bi konsepta îmha û înkarê nêzî gelê Kurd dibe û her carê PDK’ê jî dide gel xwe û dixwaze planên xwe yên qirkirinê pêk bîne. Ev komkujiyên li dijî gelê Êzidî jî encameke van polîtîkayan e. Gelê Êzidî rê neda van zextan, paratina xwe ya xweser pêş xist, hebûn û baweriya parast û rêxistinbûna xwe ya xweser afirand.”