15'ê Nîsana 2019'an: Leyla Xalid çû serdana Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye

  • 09:01 15 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Ji sembola serhildana Fîlîstînê endama Politburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, di 15'ê Nîsana 2019'an de çû serdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê. 
 
Du sembolên têkoşînê hatin gel hevdu û bi destên hevdu girtin. Hevdu hembêz kirin. Leyla Xalid wiha got:"Hevdîtina bi we re ji bo min gelekî bi nirx e." Leyla Guven jî wiha got:"Dema min te dît têkoşîna me hat bîra me."
 
Hinek geşedanên din ên dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1970: Femînist û sazkara Kovara Dengê Jinan a bi eslê xwe Çînî ye Liu-Wang Liming jiyana xwe ji dest da. Her wiha di avakirina Enstîtuya Zarokên Penaber û Komeleya Dostaniya Jinan a Çînî de cih girt. Di Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Jinan a Rojavayê Çînê midûrtê kir. Li ser navê Çînê, tevlî Konfernasa Jinan Asyayê ya Navneteweyî bû. Ji ber ku hikûmetê rexne kir di 1'ê îlona 1966’an de hat girtin û 3 sal û nîv ceza lê hat birîn. Liu-Wang di 74 saliya xwe de li Girtîgeha Şangayê jiyana xwe ji dest da.  
 
1973:Qeyda jina bi awayekî sergirtî tevlî rûniştinan bû ji Baroya Enqereyê hat jêbirin. 
 
1976: Rojnameger Evrîm Alataş li Gundê Meletê ji dayik bû. Evrîmê bi çapemeniya azad dest bi rojnamegeriyê kir. Li rojnameyên Yenî Polîtîka, Demokrasî, Nêrîna Azad, Li Welat Ozgur Gundem nûçegîhantî û edîtortî kir. Li Kovarên Esmer, Birikim, Amargî, Siyahî û Tîroj gotar nivîsand. 
 
2005 : Jinên femînîst ên Enqereyê diyar kirin ku ew ê di 1'ê Gulanê de li dijî kapîtalîzm û sîstema baviksalarî û li dijî cihêkariya zayendê ji bo gotina xwe bikin dê li qadan bin. Jinan banga beşdariya 1'ê Gulanê kirin.  
 
2019: Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya 3 rojî ya bi dem û dorveger dest pê kir. 
 
2019: Li Amed û Îzmîrê xizmên girtiyan têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji Wezareta Dadê û ji Serokkomariyê faqs û name şandin. 
  
2020: Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kir. Di êrişê de 3 jinî jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên jinan bi girseyê hatin binaxkirin.